Balyozê DYAyê yê Enqereyê John Bass der heqê banga çekdanînê ya ji bo PKKyê de wiha got: "Aşitî wê kêrî herêmê were. Em pêvajoya çareseriyê gîrîng dibînin û piştgiriyê didinê."
Balyoz Bass ligel xanima xwe Holly Hozer ve seredana Diyarbekirê kir û daxuyanî da peyamnerê AAyê û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê wê gelekî kêrî herêmê were û wê herêmê bi pêş bixe.
Bass destnîşan kir ku bajarê Diyarbekirê gelek cudatî û celeban di nava xwe de dihewîne û ji hêla çandê ve jî bajarekî pir dewlemend e û wiha dewam kir: "Heke ku çek bêdeng bin dibe ku bala hemû kesên ku eleqeya wan bi herêmê re heye bikşîne û dibe ku ruhekî bide tûrîzmê jî. Ev hemû bi aşitî û bêçalakbûnê ve girêdayî ye. Ez difikirim ku pêjajoya çareseriyê dê ji bo siberojê bixêr be. Aşitî wê kêrî herêmê were. Em pêvajoya çareseriyê gîrîng dibînin û piştgiriyê didinê."
Bass bal kişand ser penaberên ku ji ber şerê li Iraq û Sûriyeyê xwe spartin Tirkiyeyê jî kir û wiha got: "Tirkiye ji nêz ve bi penaberan re eleqedar bû."
Bass wiha berdewam kir:
"Der heqê penaberên ku ji Iraq û Sûriyeyê hatin Tirkiyeyê em bi hikûmeta Tirkiyeyê re ji nêz ve dixebitin. 3 milyar dolar pereyê ku DYAyê ji bo alîkariya penaberên Sûriyeyê terxan kir derfêt çêbû ku hem li Sûriyeyê û hem jî li Tirkiyeyê were xerckirin."