ANKARA
Sempozyûma bi navê "Di Dîrokê de Kurd û Tirk" a ku Saziya Dîroka Tirkan (TTK) li dar dixe dê 9ê çileya paşîn de dest pê bike û 2 rojan berdewam bike.
Di sempozyûmê de dê li ser munasebetên tirkan û kurdan biaxivin. Sempozyûmê 2 rojan berdewam bike û di 17 rûniştinan de dê pêşkêşî bên kirin.
Roja ewilîn rûniştina 1emîn de Serokê Saziya Dîroka Tirkan Prof. Metin Hûlagu û Serokê Saziya Bilind a Dîrok, Ziman û Çandê ya Ataturk Prof. Derya Ors beşdaran silav bikin û der barê sempozyûmê de agahiyan bidin û qala armanca sempozyûmê bikin. Li gor bernameyê dibe ku Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinc jî beşdarî vekirina sempozyûmê bibe.
Yekê wê ji derveyî welêt bi tevahî 67 akademîsyen beşdarî sempozyûmê dibin. Di 16 rûniştinan de 67 pêşkêşî dê bên kirin.