Serokomar Erdogan: Di erdhejên navend Meraş e da 35 hezar û 418 kes mirin
Aylin Dal
14 Sibat 2023•Rojanekirin: 14 Sibat 2023
Ankara
Serokomar Erdogan: "(Erdhejên navend Kahramanmaraş e) Bi fikra hemû pisporên dinyayê bi mezinahî û tehrîbatê va ew wek bûyera siruştî ya îstisna tê nirxandin."
Serokomar Erdogan daxuyand ku di erdhejên navend Meraş e da 35 hezar û 418 kes mirin.
"Li herêma erdhejê midaxeleya ji 19 hezarî zêdetir avahiyên bûne kavil jê 15 hezarî temam bû."
"Li herêma erdhejê milyonek û 850 mal û kargehên di nav 369 hezar avahiyan da ji hêla ekîbên Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê va hatin lêkolînkirin."
"Qasî 250 hezar xebatkarên me yên kamuyê li herêma erdhejê dixebitin."
"Li gor tesbîtên ewil, li herêma erdhejê 211 hezar malên di nav 47 hezar avahiyan da wek hilweşiyayî, divê bilez bên hilweşandin û zêde xisar gihîştiye hatin tesbîtkirin."
"Heta welatiyê me yê dawîn yê ku di binê avahiyên hilweşiyane da maye jî bê derxistin, em ê xebatên xwe bidomînin."
"Em ê her mal û her kargeha ku erdhejê hilweşandiye, an jî wisa zirar daye ku tê da nikare bê jiyîn ji nû va çêbikin û teslîmî xwediyên wan bikin."
"Ji serê adarê pê va em ê heman dest bi çêkirina 30 hezar avahiyan bikin."
"Bi hişmendiya yek deqîqeyeke me ya ku em derbas bikin tune va, em ê li her cihê ku tesbîta xisarê temam bûye dest bi çêkirina avahiyan bikin."
"Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê û TOKÎyê li herêm û bajarên ku avahiyên nû wê lê bên çêkirin dest bi amadehiyan kirin."
"Armanca me ew e ku li tevahiya herêma erdhejê hewcedariya avahiyan bê çareserkirin, avahiyên biqalîte û ewle bên çêkirin."
"Beyî ku em teslîmî bêzarbûn, betilandin û bedbîniyê bibin, em ê bi hev ra êşa vê felaketê kêm bikin û birînên wê bipêçin."
"(Erdhejên navend Kahramanmaraş) Em ê tu welatiyên xwe ji hêla madî-menewî va tenê nehêlin, pêk bînin ku xebatên alîkarî û êwirînê bidomin."
"Di rojên pêş me da li gor hewcedariyan em ê piştgiriyên din jî bidin welatiyên xwe."
"Em ê bi qedeme di nav çend mehan da dest bi çêkirina hemû avahiyên ku dê em ê li dûrî xetên fayê ava bikin bibin."
"Ji bo dezgehên li herêmê çavkaniyên bikefalet yên fona garantiya bi krediya zêde hatin amadekirin."
Serokomar Erdogan: "Ji bo dezgehên li herêmê çavkaniyên bikefalet yên fona garantiya bi krediya zêde hatin amadekirin."
Serokomar Erdogan: "Sektora me ya bankavaniyê qismeke kara xwe ya 2022yan ji niha pê va qasî 50 milyar lire ji bo erdhejê da."
"Em ê ji bo hewcehiyên wan ên acîl 100 hezar lire alîkariya neqdî bidin eqrebayên kesên ku di erdhejê da mirin."
"Bihayê alîkariya ji nav welêt û dervayî welêt ji bo AFADê hat kirin gihîşt 8, 3 milyar lireyî, emê vê tevahî ji bo herêma erdhejê bi kar bînin."
"(Erdhejên navend Kahramanmaraş) Me hewcehiya êwirînê ya bi tevahî 1,6 milyon erdhejzedeyê pêk aniye."
Serokomar Erdogan daxuyand li herêma erdhejê 28 hezar Mehmetçîk wezîfeyê dikin.
Serokomar Erdogan: "683 hezar mikelefên me ji paşxistinên bacê heta verastkirinên bankavaniyê dê ji rewşa sedema mucbîr ya ku gelek hêmann dihewîne sûd wergire."
"Emê 10 konteynerên ji Qeterê tên bi alîkariyên ji nav welêt û dervayî welêt hatine va teqwiye bikin û bidin xizmeta kesên hewcedariya wan pê heye."
"Me wek endamên kabîneyê, peywirdarên kamuyê yên ku beşdarî civîna kabîneyê bûn biryar da ku ji bo erdhejzedeyan 136 milyon û 589 lireyê bexşînin AFADê."
"Niha dem dema pêçandina birînan, rawestandina êşan, çêkirina avahiyên hilweşiyan û piştgiriya milyonan însanên me ye."
"Sibe êvarê di saet 20.00ê da li Tirkiye, KKTC û Azerbeycanê bi dirûşmeya "Tirkiye yek dil e" kampanyaya alîkariyê dê bê lidarxistin."
Serokomar Erdogan da zanîn ku jimara konên li herêmên erdhejê hatin vedan ji 175 hezarî, jimara konteyneran jî ji 5 hezar û 400î derbas bû.
"Teşkîlata me ya ewlehiyê bi 73 hezar, cendirmeyên me jî bi 65 hezar personelên xwe va li herêmê şev û roj di her mijarê da xizmetê didin."
"Di demeke ku divê em bibin yek, bi hev ra tevbigerin da mixabin li Tirkiyeyê siiyaset bi qismeke xwe va, mixalefeta sereke bi rastî kirêt tevdigere."
"(Ji Kiliçdaroglu ra) Jiyana te derew e, te her dem bi derewan va hereket kir. Miletê min dê tu carî van bêbextiyan efû neke."
Serlêdanên ji bo Pergala Qeydê ya Cotkaran ya heta 8ê gulanê hatiye dirêjkirin, em bi piştgiriya 8,3 milyar lireyî ya ji bo cotkarên herêmê didin pêş û bi lez amade dikin.
"Em kesên ku xebatên bi fedakarî tên kirin bêqîmet nîşan didin, bûxtanê dikin, dezenformasyonê didin û her cure nebaşiyê dikin ji bo niha qeyd dikin."
"Em bêyî ku bi tu awayî îtibarî fitne, derew, hezeyanên kesên ewan bikin ji bo ku şopên vê bobelatê ji welatê xwe paqij bikin bi hemû hêza xwe va dixebitin."
"Em ê wan kesên ku çûn li ber SPKyê siyaset kirin, xwendekarên me sor dikin, xebatên bi fedakarî tên kirin sabote dikin tu carî ji bîr nekin."