Abdullah Tel
04 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan sihêtiya Pirtûkxaneya Serokomariyê ya ku tê payîn di nav vê mehê da vebibe, kir û der heqê xebatan da agahî hilda.
Serokomar Erdogan pirtûkxaneya ku li Kuliyeya Serokomariyê hat çêkirin, kontrol kir.
Erdogan der barê pirtûkxaneya ku tê payîn di nav vê mehê vebibe da agahî hilda û li hin pirtûkên hatine bicihkirin, mêze kir.

Wêneyên sihêtî û mêzekirina Serokomar Erdogan ji ser hesabê Instagramê yê Erdogan hat parvekirin.

Erdogan di parvekirina ji ser hesabê xwe da wiha nivîsî: "Pirtûkxaneya me ya Serokomariyê di demeke pir nêz da wê ji bo gelê me bê vekirin, ji niha va bi xêr be."