03 Sibat 2016•Rojanekirin: 04 Sibat 2016
LÎMA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Peruyê Ollanta Humala li Qesra Serokatiyê hevdîtin kirin û pişt re civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Erdogan got ku kêfxweş e wek Serokwezîr cara ewil e tê Peruyê û wiha axivî: "Peru bi erdnîgariya xwe ya stratejîk, aboriya xwe ve pêşve diçe, demokrasiya xwe ya biîstiqrar û sirûşta xwe ya xweş ve xwedî prestîjê ye. Ji bo ku bi vî welatî re pêwendî pêş ve herin, di sala 2010an de me li Lîmayê balyozxaneyek vekir. Herdu welatan li hember dagirkeran ji bo serxwebûnê tekoşîn daye û tekoşîna herdu gelan dişibe hev."
Serokomar Erdogan got ku di civînê de ew li ser pirsgirêkên herêmî û kurewî jî axivîne û wiha dewam kir: "Wek ku tê zanîn herêma ku Tirkiye jî tê de ye rewşeke nebaş heye. Qeyrana Sûriyeyê piştî Şerê Dinyayê ya Duyemîn bû sedema trajediyeke mezin. 400 hezar mirov ji hêla rejimê, ji hêla alîgirên rejimê û ji hêla rêxistinên wek DAÎŞê hatin kuştin. Bajarên qedîm yên ku bi hezar salan e mazuwaniya mîrata qedim kirine, pirtûkxane, îbadetgah xirab bûn. 5 milyon li dervayî welêt, bi giştî 12 milyon kes mala xwe û welatê xwe terk kirin. Li hember vê rewşê Tirkiye ji 2 milyon û 700 hezar kesên ku ji şer reviyane re mazuwaniyê dike. Ji bilî sûriyan Tirkiye ji 150 hezar îraqiyan re jî mazuwaniyê dike. Peru di mijara mirovan de hesas e, ez bawer im ku ewê guh bide êşa penaberên sûrî û hewl bide ku ev mesele di qada navneteweyî de têra xwe cih bigre."
- "Em dijî hemû çalakiyên terorê û terorîzmê ne"
Serokê Dewleta Peruyê Ollanta Humala jî xêrxatin da Erdogan û got ku ev ziyaret ziyareteke dîrokî ye.
Humala got ku Tirkiye di nav 20 aboriyên ewil ên dinyayê de cih digre û mazuwaniya civîna G20an kiriye, ji ber vê ev ziyaret ji bo wan girîng e.
Humala destnîşan kir ku ew bûyerên terorê yên di dinyayê de li gelek cihan şermezar dikin û wiha axivî: "Ji bo rewşa aştiyê ya ku em niha tê de ne bi salan li hember terorê tekoşîn hat dayîn. Ez dixwazim rewşa penaberên li Tirkiyeyê bînim rojevê. 2 milyon û nîv mirov ji bo aştî û hizûrê bibînin axa xwe û welatê xwe terk kirin û çûn welatên din. Em dijî hemû çalakiyên terorê û terorîzmê ne. Di vê mijarê de em dixwazin bibêjin ku em li cem wan e û em ê hevkariyê bidin hevdu."
- Ajansa Anadoluyê û Ajansa Andînayê peyman îmze kir
Ajansa Anadoluyê (AA) û Ajansa Nûçeyan A Peruyê Andînayê peymanek îmze kir. Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê Şenol Kazanci û Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan Andînayê Rolando Vîzarraga peyman îmze kirin.