03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
BAKU
Serokwezîr Ahmet Davutogluyê ku ji bo ziyareta fermî hat Bakuya paytexta Azerbeycanê ji aliyê Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev va bi mersima fermî hat pêşwazîkirin.
Ji bo xatirê ziyareta Davutoglu li pêşiya Qesra Zaxulbayê merasima leşkerî hat lidarxistin.
Piştî ku Serokomarê Azerbeycanê Aliyev, Davutoglu pêşwazî kir û ew hembêz kir sirûda neteweyî ya herdu welatan hat lêdan.
Herdu lîderan dû re silav dan heyetên amade yên herdu welatan û yek bi yek merhebatî dan wan.
Alîkarên Serokwezîr Yalçin Akdogan û Mehmet Şîmşek, Wezîrê Ekonomiyê Mustafa Elîtaş, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Faruk Çelîk, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mahîr Unal û Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yildirim jî di merasimê da amade bûn.