Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû wiha got: "Hilbijartin di qadeke wekheviyê de nehat kirin. Dîsa jî maratona hilbijartinê xweş derbas bû. Alaqeya ku gel nîşan de xweş bû. Ez spasiya wan welatiyên xwe yên ku diçin ser sadiqan û raya xwe davêjin dikim."
Kiliçdaroglu ji bo heyama 25emîn a Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê di saet 14.00an de çû dibistana Seretayî ya Arjantînê û li vir raya xwe avêt.
Kiliçdaroglu digel Selvî Kiliçdarogluya xanima xwe hat dibistana Seretayî ya Arjantînê û ser sandiqa bi nimreya 4134an dengê xwe dan.
Kiliçdaroglu piştî dengdayînê derbarê hilbijartinan de daxuyanî da rojnamegeran û pirsên wan bersivandin.
Kiliçdaroglu wiha xeberda: "Hilbijartin di qada wekheviyê de nehat kirin. Hemûyê dinyayê jî bi vê yekê zane. Dîsa jî maratona hilbijartinê xweş derbas bû. Alaqeya ku gel nîşan de xweş bû. Ez spasiya wan welatiyên xwe yên ku diçin ser sadiqan û raya xwe davêjin dikim. Ev hilbijartin ji bo me û hemû gelê Tirkiyeyê bi xêr be."
Kiliçdaroglu li ser pirsa "Gelo di vê navberê de bûyerên bi hilbijartinê re têkildar ên nexweş qewimîn an na?" wiha got: "Teqîna li Diyarbekirê di mitînga HDPyê de çêbû me hemûyan xemgîn kir; lêbelê em bi gel û bi eqlîselimiya gel bawer in."