Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dema ku digel teqewitbûyiyan civîn dikir kesekî bi pêlava xwe êrîşî wî kir.
Kiliçdaroglu di otelekê de li ser pirsgirikên teqewitbûyiyan civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da.
Dema Kiliçdaroglu axaftina xwe xilas kir kesekî ku navê wî Yunus Emrah S. (40) got "Siyaseta we bavê min şewitand" û pêlava xwe avête Kiliçdaroglu.
Kiliçdiroglu li ser êrîşê daxuyaniyek da û wiha got: "Ew kes hevalekî ku psîkolojiya wî nebaş e."
Erîşkar ji aliyê polêsan ve hat binçavkirin, li otelê ewil birin qatê binî û paşe jî ji bo îfadeya wî birin ewlehiyê.