Fırat Taşdemir
04 Nîsan 2024•Rojanekirin: 06 Nîsan 2024
Şeva Qedrê ku di Qurana Pîroz da weke "ji hezar salî bi xêrtir" hatiye ragihandin, tê îdrakkirin.
Şeva Qedrê ku nazilbûna Qurana Kerîm wê şevê destpê kiriye, di Îslamê da wek "şeva vebûna deriyên asîmanan, qebûlbûna due û tewbeyan" tê qebûlkirin.
Şeva Qedrê take şev e ku di Qurana Pîroz da navê wê derbas dibe. Di Sureyê Qedrê da wiha behsa vê şevê tê kirin:
"Bêguman me ew (Quran) di Şeva Qedrê da nazil kir. Tu nas dikî çi ye Şeva Qedrê? Şeva Qedrê ji hezar salî bi nirxtir e. Wê şevê firîşteh û ruh, bi îzna rebê xwe ji bo bicihanîna hemî fermanan dadikevin. Ew heta serê şeveqê tijî ewlehî ye."
Li gorî rîwayetan Şeva Qedrê di nava dehekên dawîn ên meha Remezanê da ye. Li gorî fikra hinek zanayan şeva 27emîn a meha Remezanê, Şeva Qedrê ye. Hinekan jî ji bo Şeva Qedrê fikra xwe weke şevên kit ên dehekên dawîn ên meha Remzanê wate şevên 21, 23, 25, 27, 29 ragihandine.