GAZİANTEP
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala der barê bûyerên ku li herêmên cuda yên Tirkiyeyê diqewimin de got: "Şidet rê û rêbazeke çaraseriyê nîne. Li hemberî şidetê dîsa şidet heye. Divê demildest dest ji van bûyerên derîaqil bê berdan."
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çû Antebê û li vir pirsên rojnamegeran ên li ser bûyarên tundî yên li bajêrên cuda berdewam dikin bersivand.
Ala derbarê bûyerên şidetê de got "Ev bûyer nayên qebûl kirin, ji bo vê çi hewce bike ew dê bê kirin"û wiha dewam kir: "Divê demildest dev ji van bûyeran berdin û ji kuçe û kolanan vebikişin. Eksê vê dibe ku encamên nebaş derkevin holê."
Ala wiha pê de çû: "Kesên ku tevlî van bûyerên şidetê dibin, hemû cih xirab dikin û didin ber agirîxanetê li welêt dikin. Vana ji demokrasiyê nisîbên xwe negirtine. Di meclisê de tezkere hat rojevê, HDPyê ev red kir. Ma tezkere ji bo çibû? Tezkere ji bo bûyerên li derveyî sînorê me diqewimîn bû. We ji tezkereyê re got 'na' qebûl nekir û hûn niha jî rabûne Tirkiyeyê sûcdar dikin û wekî berpirsiyar nîşan didin û serî li bûyerên şidetê didin. Şidet rê û rêbazeke çaraseriyê nîne. Li hemberî şidetê dîsa şidet heye. Divê demildest dest ji van bûyerên derîaqil bê berdan."
Wezîrê Karên Navxweyî Ala got li hemberî bûyerên şidetê çi hewce dike ew dikin û diyar kir ku ew ji nêz ve bûyerên li bajarên cuda yên Tirkiyeyê diqewimin dişopînin.