ŞANLIURFA
Hat diyarkirin ku milîsên biçek li Kobanê (Ayn el Ereb) di avahiyan de gelek madeyên teqemeniyê bi cih kirin.
Ji Fermandarên Şoreşgerên Muxalîf ên Reqayê Ebû Seyf daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku di avahiyên li Kobanê de gelek madeyên teqemeniyê bi cih kirin.
Seyf ragihand teqemeniyên ku li avahiyek başûrê rojhilatê herêmê veşartibûn bi kûmandeya ji dûr ve hatin teqandin û wiha dewam kir: "Di teqînê de zêdetirî 50 milîtanên DÎŞIyê mirin. Me bi saya teqemenî û dafikan demek kurt be jî ber li pêşveçûna DÎŞIyê girt. Ji bilî vê me tangeke rêxistina terorê ya li herêmê jî îmha kir."
Hat diyarkirin ku DÎŞI bi tang û topan li Çiyayê Meştenoyê mewzî girtiye û ji vir êrîşê navçeyê dike û li taxên başûrê rojhilatê navçeyê jî şerê kuçeyan berdewam dike.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku firokeyên şer ên hêzên koalîsyona ku şerkeşiya wê DYA dike jî êrîş birin ser hedefên DÎŞIyê yên li Kobanêyê.