ANKARA
Mehên Receb, Şeban û Remezanê yên ku ji wan re dibêjin "sê meh" û di van mehan de qendîlên Regaîb, Mîrac, Berat û Leyletul Qedrê henin sibê dest pê dike.
Miftiyê Enqereyê Prof. Dr. Mefaîl Hizli ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji hêla rewşa manewî ve em dikevin nav heyameke girîng, ev roj ji bo misilmanan bi qîmet in û ji hêla manewî ve jî derfetê dide mirovan ku mirov xwe bi îbadetan ve nû bike. Hizli wiha got: "Îbadet û qenciyên ku di van mehan de tên kirin, zikat û sedeqeyên ku têne dayîn ji mehên din xêrtir in."
Hizli got ku di nav sê mehan de rehma Xwedê pir zêde ye û wiha axivî: "Sê meh ji bo misilmanan derfetek e. Divê em van mehên xêr ên ku heta ber piyê me tên wek şans bibînin. Misilmanên ku ji bo tiştên xêrê dikevin pêşbaziyê û di van mehan de xêran dikin, ji xwe re di axiretê de cihekî amade dikin. Pêxemberê me gotiye ku 'Receb meha Xwedê ye, Şeban a min e, remezan jî ya ummeta min e.' Dema ku gihîştiye meha recebê jî wiha dia kiriye, 'Xwedayê min, meha receb û şebanê ji me re pîroz bike, me bigihîne meha remezanê.' Divê em jî di rêya pêxemberê xwe yê ezîz de bimeşin."