06 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
HAKKARÎ
Li Yuksekovayê (Gever) di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê de, terorîstê derbarê wî de biryara girtinê hebû yê di lîsteya "gewr" de hat qefaltin.
Di daxuyaniya walîtiyê de hat îfadekirin ku, xebatên ji aliyê ekîbên Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr ve ji bo deşîfrekirin û rê li ber girtina çalakiyên rêxistina terorê hatibû destpêkirin, berdewam e.
Di daxuyaniyê de cih dan van îfadeyan: "Î.Vê di lîsteya terorîstên derbarê wan de biryara qefaltinê heye yê di kategoriya gewr de, di 06ê sibata 2017an saet 16.00an de di operasyonên muşterek ên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr de hat qefaltin."
Hat ragihandin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de didome.