Rojnamegeran nûçeyên li ser DÎŞIyê yên di çapemeniyê de deng vedan bi bîra Yildiz xist û xwest ku Yildiz agahiyan şîrove bike. Yildiz ji bo "milîtanekî DÎŞIyê dixwaze Tirkiye Bendava Ataturk veke" û wiha got: "Li gor min ev mijareke girîng e. Tirkiye dê biryara xwe bide û li gor biryara xwe tevbigere."
Yildiz wiha dewam kir:
"Muxatabê me Bexda ye. Niha Bendava Ataturkê jî bendavên Tirkiyeyê yên din jî li gor planên me dixebitin. Xebatên me dewam dikin. Herwiha Tirkiye dikare biryarên xwe bide û li gor biryarên xwe tevbigere."