TRABZON
Trabzanspor di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de, di pêşbirka ewil a tûra 3yemîn a seridandinê de bi Dînamo Mînskyê re derkete pêşbirka rovanşê.
Maç li qada Huseyîn Avnî Akerê bû û Trabzonspor bi piştgiriya alîgirên xwe derket hemberî dijberê xwe. Di pêşbirkê de her du tîman jî nekarîn gol biavêjin.
Lê ev beramberî bi kêrî Trabzonsporê hat. Lewra Trabzonsporê di pêşbirka ewil de dijberê xwe Dînamo Mînsky 1 û 0 têk biribû. Bi avantaja wê pêşbirkê Trabzonspor ji tûrê derbas bû.
Her wiha Trabzonsporê mafê leyîstina maçên play-offê yên UEFAyê bi dest xist.