ANKARA
Li Ewropa û welatên Behra Spî ev 3 sal e qeyrana aboriyê û bêaramî heye. Tirkiye cînarê van welaten e lê tevî vê xebatên xwe yê pêşveçûnê bi plan meşandin. Bi saya van xebatan di sala 2013an de, di reqamên qada tûrîzmê de pêşveçûneke baş bi dest xist.
Federasyona Otêlvanên Tirkiyeyê nirxandinên giştî yên 6 mehên ewil yên salê weşandin. Nûçevanê AAyê jî li ser vê raporê lêkolîn kir û dît ku reqamên di qada tûrîzmê de pêş ve çûne. Her wiha Tirkiyê welatên wekî Yewnenîstan, Spanya û Misrê li paş xwe hiştin.
Rêjeya hejmara gerokên biyanî jî herî zêde li Tirkiyê pêk hat û ev zêdebûn ji sedî 15 ye. Tevî bûyerên Geziyê bajarê ku herî zêde tûrîst hatinê jî dîsa Stenbol bû.