09 Hezîran 2016•Rojanekirin: 10 Hezîran 2016
ANKARA
Li Agiriyê di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan de pevçûn derket û di pevçûnê de du terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê tîmên Fermandariya Tabura Tevgera Taybet a Cendirmeyan a Agiriyê li Bazîdê operasyon dan destpêkirin.
Di operasyonê de di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan de pevçûn derket.
Di pevçûnê de du terorîst hatin kuştin, tivingekeke nîşandariyê û 30 fîşengên wê, keleşek û 60 fîşengên wê, 4 bombeyên destan hatin bidestxistin.