16 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku li Brezilyayê hin delîlên nû hatin dîtin ku vîrusa Zîkayê dibe sedema mîkrosefaliyê ku cureyeke nexweşiya bebikan e. Mîkrosefaliye ew nexweşî ye ku di bebikan da geşeya norolojîk bi awayekî dirust çênabe.
Li gorî nûçeya BBCyê, ekîbek ji Zanîngeha PUC-Paranayê ji nimûneyê mêjiyê du bebikên ku bi tenê 48 saetan li heyatê man, kewş kirin ku vîrusa Zîkayê aktîf e.
Herwisa hat destnîşankirin ku zanyarên ji Brezilyayê testîp kirin ku ji xeynî mîkrosefaliyê, vîrusa Zîkayê di mêjî da dibe sedema hin xesarên din jî.
Doktor Adriana Meloyê diyar kir ku li rojhilatê bakurê Brezilyayê li eyaleta Paraibayê, di nexweşan da ne bi tenê mîkrosefalî bi heman awayî di mêjî da nexweşiyên mîna firehbûna ventrîkulan, kontraktur û kirêcgirtin jî hatin tespîtkirin.
Ev vîrus cara yekê di sala 1947an da li Ugandayê li ser meymûnên Daristanên Zîkayê hatiye tesbîtkirin. Di meha gulana 2015an da bi sedema pêşiyên mê yên Aedes ev nexweşî hat guhastin û li Brezîlyayê serî hilda.
Lêkolîner destnîşan dikin ku heger jineke bihemil bi vîrusa Zîkayê bikeve, dibe ku di zaroka nû jidayikbûyî da nexweşiyên weke "mîkrosefalî (serbiçûkî)" bê dîtin.
Ji meha cotmehê heta nuha li Brezîlyayê li ser zêdetirî 3 hezar û 500 bebekî, teşxîsa vîrusa Zîkayê hatiye danîn. Nexweşiya virûsa Zîkayê ku cara dawî jî li Hawaiiyê li ser bebekekê hatiye tesbîtkirin, heta nuha bûye sedama mirina 51 bebekî.
Rayedarên tenduristiyê yên Brezîlyayê ragihandin ku heta niha li wî welatî 3 hezar û 893 bebek dibe ku bi vê êşê ketibin.