Hat ragihandin ku li başûrrojhilatê Brezîlyayê otobêseke rêwiyan tilolî kendal bû û 15 kesên tê da mirin.
Rayedaran got ku piraniya wan tûrîst, 81 kes di otobêsê da bûn û otobês ji bajarê Paratyê diçû Trîndadeyê. Otobês gindirî kendalekî 50 mêtroyî û 66 kes jî birîndar bûn.
Hat gotin ku rewşa hin birîndaran giran e, dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Rayedaran got ku kapasîteya ototbêsê 45 rêwî ye, lê 81 kes lê siwar bûye. Ji bo vê jêpirsînê dest pê kir.