İbrahim Atmaca
31 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 02 Mijdar 2019
Waliyê Wanê û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmez bû mêvanê "Dîwana Dengbêjan" a ku Şaredariya Gurpinarê ava kir.
Li navçeya Gurpinarê dengbêjên taxan li hev dicivin û wek berê kilaman dibêjin û dilêwînin.
Bîlmez beşdarî dîwana dengbêjan a ku li navçeyê di konê reş da hatiye danîn, bû û got ku berdewamkirina kevneşopiya dengbêjiyê girîng e.
Bîlmez diyar kir ku Şaredar Hayrullah Taniş ji bo berdewamkirina kevneşopiyê piştgiriyê dide û wiha dewam kir, "Her çarşem ji 3 an jî 4 taxên me tên vê dîwanê û dengbêjên me guhdar dikin. Înşeallah ev kevneşopî wê timî dewam bike. Xwedê yekîtî, bihevrabûn û biratiya me daîm bike. Dengbêj, govend, biratî û hilberîn li van çiyayan tê. Em ê destê xwe bidin hev û dengê biratî û hizûrê bigihînin hemû Tirkiyeyê. Em ê destûrê nedin ku tu kes hizûra vî welatî xerab bike."
Taniş jî diyar kir, ji bo ku ew çanda xwe ya berê ji bîr nekin wan dîwana dengbêjan ava kir û wiha dewam kir, "Îro tiştek ji me kêm e, ew jî zarok in. Lewra divê ev kevneşopî ji zarok û neviyên me ra bimîne û neyê jibîrkirin. Em ê ji bo vê xebatê bidin destpêkirin. Bi saya vê bernameyê em him nahêlin çanda me were jibîrkirin û him jî bi merivên me ra tên bal hev."