Türkan Tosun
31 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 01 Mijdar 2019
Çiyayê Palandokenê ya li Erziromê ya ku ji hêla turîzma zivistanê va navendeke girîng a Tirkiyeyê ye bi berfa spî xemilî.
Li bajêr çend roj e baran dibare û hewa sar e. Bi şev jî li cihên bilind berf barî.
Li Çiyayê Palandokenê ya li Erziromê jî berf barî.
Girê Ejder ê ku bilindahiya wê 3 hezar û 200 mêtro ye û li Navenda Şiqitandinê ya Palandokenê cihê herî bilind e jî bi berfê xemilî.
Berfa spî Palandokenê nixumand û dîmenê navenda şiqitandinê ya biberf ji cihên cuda ên bajêr jî hat dîtin.