DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê jî axaftina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ya ku pakêta demokratîkbûnê eşkere kir bi baldarî hat temaşekirin.
Welatiyan li qehwexaneyên taxa Ofîsê axaftina Serokwezîr Erdogan Recep Tayyîp Erdogan ji televizyonan temaşe kirin. Ji wan gelekan diyar kir ku pakêt têrê dike, lê hinekan jî diyar kir ku niha ev gav têrê nakin û ew li benda pakêtên firehtir in.
Serok Bajêrê Diyarbekirê yê CHPê yê berê Medenî Seyrek daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û diyar kir ku pakêta demokratîkbûnê hêvîyê dide.
Seyrek diyar kir ku piştî daxistina benda hilbijartinê, îradeya hilbijêran dê zêdetir bandorê li sindoqê bike û wiha got: "Pakêta demokratîkbûnê hêvîyê dide mirov. Heke qanûna hilbijartinê biguhere ez bawer im li Tirkiyê dê gavên pir baş bên avêtin.
Welatî Ahmet Batmaz jî diyar kir ku gotinên Serokwezîr Erdogan yên der barê benda hilbijartinê de girîng in û wiha got: "Her kes dixwaze ku xwîn bisekine. Bi taybetî serbestiya cil û bergan ya ku li kamuyê dê bibe pêşketineke pir baş."
Rojbîn Aydinê jî got ku serbestiya cil û bergan pir girîng e û ew pakêtê wek gaveke erênî dibîne.
Firat Aliş jî got ku perwerdeya bi zimanê zikmakî ya ku dê bi tenê dibistanên taybet de bê dayîn kêm e û wiha got: "Ne bi tenê di dibistanên taybet de, divê di dibistanên dewletê de jî bê dayîn."
Mehmet Yildiz jî got ku ew ji nêz ve Serokwezîr dişopînin û wiha axivî: "Ev demeke em li benda vê daxuyaniyê bûn. Lê bi ya min naveroka pakêtê gelek baş nebû."