Ahmet Aydın
24 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê hikûmetê Bekir Bozdag piştî guherankariya di kabîneyê de wezîfeyên alîkarên serokwezîr destnîşan kir.
Lijneya Wezîran civiya
Bekir Bozdag wiha axivî:
"Berdevkiya Hikûmetê, têkiliyên bi TBMMê re, têkiliyên bi Daniştayê re, Serokayetiya Karûbarê Diyanetê, mijarên derbarê TRTê û Ajansa Anadoluyê, wê ji aliyê Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag ve, kordînasyona aboriyê û banqe wê ji aliyê Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek ve bê deruhtekirin."
"Alîkarê Serokwezîr Birêz Recep Akdag wê karûbarên weke kordînasyona karûbarê Qibrisê, çaksaziya di warê veberhênanê de, AFAD û ajansa veberhênanê bi rê ve bibe. Alîkarê Serokwezîr Hakan Çavuşoglu wê li ser mijarên weke Projeya Hevpeymana Şaristaniyan, amadekariyên derbarê salyadên sedemîn salê bixebite. Herwiha Midûriyeta Giştî ya Çapemenî Weşan Enformasyonê û Ajansa Geşepêdana Hevkariya Tirkî wê ji aliyê Birêz Çavuşoglu ve bê meşandin."
"Lijneya Ewlekariya Millî, MÎT, TOKÎ û Fona Heyî ya Tirkiyeyê rasterast bi Serokwezîr ve girêdayî kar bikin. Taqîba biryarên Lijneya Ewlekariya Millî, kordînasyona reform û veberhênan wê ji aliyê Alîkarê Serokwezîr Fikrî Işik ve bê birêvebirin. Herwiha RTUK, Saziya Bilind a Ziman û Dîrokê, Lijneya Parastina Daneyên Şexsî jî wê girêdayî Fikrî Işik bin."
"Îsraîl ji parastina pîrozî û statuya Mescida Eqsayê berpirsyar e"
"Hikûmeta Îsraîlê berpirsyar e ku rêzê li pîroziya Qudsê û Mescida Eqsayê û statuya wê ya dîrokê bigire. Herwiha ji parastina wê pîrozî û statuyê jî berpirsyar e. Em çaverê ne ku hikûmeta Îsraîlê vê berpirsyarî bicih bîne. Herwiha em weke Tirkiyeyê daxwaz ji rêveberiya Îsraîlê jî dikin ku ew dedektorên ku danîne derdora Herema Şerîf bên rakirin û ji bo bi temamî rê bi azadiya îbadetê bê dayîn gavan biavêjin."