Kerem Kocalar
27 Sibat 2023•Rojanekirin: 27 Sibat 2023
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer ragihand, di erdheja Meletiyê da li gor tesbîtên ewil 22 avahî kavil bûn, 20 kes rakirin nexweşxaneyê, mirî tunene.
Wezîrê Ozer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist, li Yeşîlyurta Meletiyê di saet 12.04an da bi mezinahiya 5,6ê erd hejiya.
Ozer diyar kir ku li gor tesbîtên ewil 22 avahî kavil bûn û wiha dewam kir, "Me 20 welatiyên xwe rakirin nexweşxaneyê, 5 welatî jî ji binê kavilan xelas kirin."
Ozer diyar kir ku li gor tesbîtên ewil mirî tunene û wiha dewam kir, "Hemû ekîbên me niha li qadê ne. Ekîb li ser avahiyên kavilbûyî ne. Înşeallah em ê hemî welatiyên me xelas bikin."