Türkan Tosun
07 Hezîran 2020•Rojanekirin: 07 Hezîran 2020
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca dîmenên kesên li qeraxa Modayê ya Kadikoyê guh nadin vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) nêzîkî hevdu rûdinên parve kir û got "Em zêde rehet tevnegerin."
Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmenên kesên li qeraxa Modayê ya Kadikoyê bêhna xwe didin û dema xwe derbas dikin parve kir.
Koca wiha got: "Welatiyên me yên ku bihîstin nexweşê dawîn hat tedawîkirin, di têkoşîna dijî şewbê da bi awayekî rîskek nema û em gihîştin serkeftinê, dest bi pîrozbahiyan kirin. Ji vê nûçeyê ra hê maye. Em zêde rehet tevnegerin. Em guh bidin bikaranîna maskeyê û ji hevdu dûr bisekinin."