İbrahim Atmaca
18 Gulan 2020•Rojanekirin: 19 Gulan 2020
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, ceribandina HGK-84 LABa ku bi derfetên xwemalû û neteweyî hatiye çêkirin, bi serkeftî bû.
Di daxuyaniya WPNyê da wiha hat gotin:
"Hêzên me yên esmanî bi serkeftî HGK-84 LABa (Kîta ku bi awayekî hesas bi lazerê hedefê dişopîne) ku bi derfetên xwemalû û neteweyî hatiye çêkirin, ceriband."
Li ser hesabê Twitterê yê WPNyê vîdeoya ceribandinê jî hat parvekirin.