Önder Beyter
18 Gulan 2020•Rojanekirin: 19 Gulan 2020
Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu eşkere kir ku îsal ji ber Kovîd-19ê, 19ê Gulanê Bibiranîna Ataturk û Cejna Ciwanî û Werzişê ne li meydanan, lê li malan bi awayekî dîjîtal dê bê pîrozkirin.
Wezaretê ji bo 19ê Gulanê Bibiranîna Ataturk û Cejna Ciwanî û Werzişê bernameyeke berfireh a pîrozkirinê amade kir,
Bi beşdariya Wezîr Kasapoglu û heyeta pê ra li Anitkabirê merasim dê were lidarxisin û bi hemdemî vê merasimê çalakî dê bên destpêkirin. Îsal ji ber şewbê konsept û rêbazeke cuda dê were sepandin.
Wezaret bi bernameyên ku amade kirine va dê coşa cejna îsal bi weşanên zindî va bîne malan. Wezîr Kasapoglu dê beşdarî bernameya TRTyê ya bi navê "Zindî Bimîne" bibe û dê starta turnuwaya kişikê ku hevdem dê li hemû parêzgehan were lidarxistin bide.