Laboratuvara Polêsan a Krîmînal a Diyarbekirê ku bi alîkariya Yekîtiya Ewropayê (YE) hat çêkirin û cîhazên nû lê hene, di avahiya xwe ya teze da xizmetê dide. Wê îsal du şaxên laboratuvarê werin vekirin û wê hewl bidin ku bûyerên failê wan nayên zanîn zû bên zelalkirin.
Laboratuvar di çarçoveya "Projeya Bihêzkirina Kapasîteya Edlî ya Hêzên Ewlekariyê" de girêdayî Serokatiya Daîreya Krîmînal a Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê ne. Laboratuvar li Kayapinara navçeya Diyarbekirê jê 7 hezar û 500 girtî, bi tevahî li ser qadeke 9 hezar û 426 mêtroqere hatiye avakirin. Laboratuvar di avahiyeke 5 qat de xebatên xwe dike û delîlên tên ber destê pisporan bi cîhaz û teknolojiya nû tên lêkolînkirin.
- Li Rojhilat û Rojhilatê Başûrê Anadoluyê xizmetê dide 15 bajêran
Midûrê Laboratuvara Polêsan a Krîmînal a Diyarbekirê Hakan Kaymak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Rojhilat û Rojhilatê Başûrê Anadoluyê xizmetê dide 15 bajêran û wiha dewam kir: "Di çarçoveya projeya YEyê de ji xeynî Diyarbekir, Edene û Îzmir, li Stenbolê jî Laboratuvarên Krîmînal ên Cendirmeyan hene."
Kaymak destnîşan kir ku em sala par derbasî avahiya nû bûn û wiha got: "Laboratuvar di serî de Diyarbekir, xizmetê dide bajarên wek Semsûr, Batman, Bîngol, Bedlîs, Elezîz, Hekarî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê. Laboratuvar di warê balîstîk, belge, rêç û lêkolînên kîmyewî de xizmetê dide."