Serokwezîr Erdogan, li qada Komarê ya Sêrtê di mitînga partiya xwe de xitabî welatiyan kir.
Erdogan, di axaftina xwe wiha got: "Li Sêrtê ji xeynî xizmetên me tiştek tuneye. Kevirek nedane ser kevirekî. Çîma? BDP nikare şaredarvaniyê bike. BDP nikare berhemekê çêbike. Li BDPyê rageşî heye, siyaseta bîrdoziyê heye. Em dibêjin ku hewceya Sêrtê bi xizmetê heye. Ez ê qala wan xizmet û berheman bikim. Xwîşk û birayên min, li Tirkiyeya berê çi hebû? Qedexekirin hebû, rebenî hebû, bêrêtî hebû. Li Tirkiyeya berê înkar, tune hesibandin û bişavtin hebû, qedexeya stranan hebû. Li Tirkiyeya berê ji pirtûkan re qedexe hebû, dayik û law û keç bi zimanê xwe nikaribûn biaxivin. Kê van qedexeyan ji holê rakirin, me rakir. Li Tirkiyeya berê rewşa derasayî hebû. Evana kê rakirin? Me rakir. Konrolên rêyan hebûn, herêmên ku çûyîna wan qedexebû, hebûn. Me hemû qedexeyan rakir."
- "Êdî çek tuneye, siyaset heye"
Erdogan, di axaftina xwe de destnîşan kir ku li Tirkiyeya berê xwîn hebû, hêsirên çavan hebû, êş hebû û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeya berê dîwarên ku dengê Sêrtê nedigihîştê hebûn. Vaye me ev heyama berê girt."
Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de li ser Newrozê jî sekinî û wiha dewam kir: "Me Newroza sala par bi biratî pîroz kir, înşelah piştî 9 rojan, emê dîsa Newrozê bi biratî pîroz bikin. Êdî derebe nayên girtin û li kolanan çek naxivin. Êdî nûçeyên şehîdan û nûçeyên ku êşê dide me nayên. Me ev bi piştgiriya we bi dest xist û bi diayên we yên xêrê em gihîştin van rojan. Hûn xwedî li hikûmet, demokrasî û vîna neteweyî derketin û me biratiya xwe gihîştand van rojan. Înşelah em ê rojên xweş bijîn. Biratiya 77 milyonan em ê hê xurtir bikin. Aramî, aştî, biratî û îstiqrarê em ê pêşve bibin. Êdî em ê hêza xwe ne ji şer re, ji bo aştî, çareserî û biratiyê bikarbînin. We pêvajoya çareseriyê xwest û hûn salekî jî li vê pêvajoyê xwedî derketin. Niha jî ez ji we rica dikim ku vê pêvajoya çareseriyê biparêzin."