BITLÎS
Di qezaya trafîkê ya ku li Tetwana navçeya Bidlîsê qewimî de xwîşka Parlementera Bitlîsê ya HDPyê Mizgîn Irgat, Nalîn Irgat birîndar bû, lê digel mudaxeleyê xelas nebû.
Di qezaya trafîkê ya ku li navçeya Tetwanê qewimî de Nalîn Irgat tevî diya xwe Kurdiye û birayê xwe Mesût Şahîn di otomobîlê de birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê li vir digel hemû mudaxeleyan Nalîn Irgat xelas nebû û mir.
Dermankirina tevî diya Mizgîn Irgatê Kurdiye û birayê wê Mesût Şahîn û ya ajovanê kamyonetê Orak li nexweşxaneyên Tetwanê didome.
Kamyoneta bi plaqeya 72 EH 355 a ku ajovanê wê Hamît Orak a ku ber bi navçeya Xelatê diçû li ser rêya destpêka navçeya Tetwanê bi otomobîla ku Mesût Şahîn Irgat diajot û plaqeya wê jî 35 MGG 06 bû ve li hev qelibîbû.