Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Enqereyê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku ji bo bikaribin biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan û ji bo berdewamkirina pêvajoyê jî wiha got: "Di meseleya aştiyê de divê em koalîsyoneke neteweyî ava bikin. Ev yek wê ji koalîsyona hikûmeta ku bê avakirin zêdetir bi qiymet û pêwîst be."
Onder bi Pervîn Buldana parlementera HDPê ya Stenbolê û Îdrîs Balûkenê parlementerê HDPê yê Diyarbekirê û endamên heyeta Îmraliyê re li meclisê civîn li dar xist û encamên hilbijartina giştî ya parlementeriyê û Pêvajoya Çareseriyê nirxand.
Endamê heyeta Îmraliyê Onder destnîşan kir ku Pêvajoya Çareseriyê bi saya îrade û biryara demokratîk a Abdullah Ocalanê ku heta dawiya emrê xwe hatiye mehkûmkirin ve hatiye vê astê û wiha pê de çû: "Em vê îradeyê tune nahesibînin û nahêlin ku tu kes jî dawiyê lê bîne."
Onder ragihand ku pêvajoya çareseriyê di heyama hilbijartina giştî ya parlementeriyê de ji hêla Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat bêîtibarkirin û di encama hilbijartinê de xelkê xwest ku bila ev pêvajo bimeşe û wiha dewam kir: "heke pêvajoya çareseriyê wek polîtîkayeke hikûmetê bê nirxandin ev neheqiye. Ji bo pêvajoya çareseriyê derxistina zagona çarçove ve ev bû polîtîkaya welêt û dewletê."
Parlementerê HDPê yê Enqereyê Onder bal kişand ser encamên hilbijartina parlementeriyê û got ku li gor encaman ji bo hikûmetê koalîsyon xuya dike û wiha pê de çû: "Di vê navberê de kombînasyona ku bê avakirin çi dibe bila be, li ser dijminiya aştî, azadî, edalet û wekheviyê nabe. Lazime ku herkes demildest dev ji vî zimanê çors berde. Mixabin encama tund xebedanê Xwedê neke dibe sedema şer."
Onder destnîşan kir ku carek din li welêt hilbijartinê kirin serdestî nîne.