Perwerdehî û hîndekariya sala 2014-2015yan ji bo xwendekarên beriya dibistanê, pola 1emîn a dibistana seretayî û pola 5emîn a dibistana navîn di hefteyek pêş de bi navê "elimandina dibistanê" ve dest pê kir.
Bernameya elimandina dibistanê ya ji bo lîseyan jî di 87 lîseyên ku li 41 bajarî ne dê bê kirin.
Di çarçoveya bernameyê de ji bo xwendekarên ku ji dibistanên cûda tên, dibsitana xwe ya nû çêtir nas bikin xebatên wek "pêşbaziya xêrhatinê", "nasandina "dibistanê", "nasandina mamosteyan" û gelek çalakiyên din tên kirin.
Dema asayî ya perwerdehî û hîndekariya sala 2014-2015yan di 15 îlonê de dest pê dike, ev dem ji bo xwendekarên beriya dibistanê, pola 1emîn a dibistana seretayî û pola 5emîn a dibistana navîn di hefteyek pêş de dest pê dike û di 12 îlonê roja îniyê de jî bi dawî dibe.