MANÎSA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç çû Manîsayê û li wê derê ji aliyê berendamên leşkeran ve hat pêşwazîkirin û beşdarî "Mîhrîcana Çand û Zeytûnan" bû. Leşkeran ji bo ku dema leşkeriyê ji 15 mehan daxistin 12 mehan spasiyên xwe pêşkêşî Arinçkir. Arinç piştî spasiyên leşkeran beşdarî mîhrîcanê bû û ji dara zeytûnê ya ku 3 sal berê çikandibû zeytûn berhev kir.
Arinç, di vebûna 10emîn Mîhrîcana Çand û Zeytûnan de bangî gelê Manîsayê kir û got ku ez ji bo eleqeya gelê Buyukbelenê spasiyên xwe pêşkêş dikim.
Arinç bal kişand li ser geşbûn û pêşveçûna tesîsên Buyukbeleniyan û got: "Îsal, saleke bi bereket e. Xwedê bereketa xwe zêdetir bike. Îsal zeytûnên me jî û perê dê ku ji zeytûnan bê qezenckirin jî baş e."
-10 meh e ku êrîş nabin
Arinç da zanîn ku li Buyukbelenê berendamên leşkeran, yên ku dê di nêzîk de biçin leşkeriyê hatine pêşiya wî û ew pêşwazî kirine. Arinç got ku ew berî her tiştî spasiyên xwe li wan dike û wiha dewam kir: "Tezkereya bi xêr be. Înşellah bi xêr biçin leşkeriya xwe bikin û bên. Şehîd û xaziyê vê navçeya pir zêde nin. Ji ber bûyerên terorî gelê vê navçeyê jî pir êş kişandiye. Bi salan e ji ber bûyerên terorî em canan feda dikin. Tenê leşker û polêsên me na, mamoste, dadger û dozgerên me jî ji bûyerên terorî zirar dîtin. Lê hemd ji Xwedê re ku ev 10 meh in bûyerên terorî bi dawî bûne."
Arinç di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Edî cenazêyên leşkeran nayên. Dayik nagirîn. Xwedê ev şahiya dayikan daîm bike. Berê dema dayikan zarokên xwe dişandin leşkeriyê bi endîşe bûn, bi tirs bûn. Dema ku mayinek diteqiya an jî êrîşê qereqolek dihat kirin dilê wan di devê wan de derdiket. Înşellah wiha dewam bike. Zarokên me bi kêf biçin leşkeriya xwe bikin û vegerin. Cenabê Heq vê şahiya wan daîm bike."