ANKARA
Piştî êrîşê polêsan demildest dest bi kar kirin û bi seyên ku bêhnê teqîb dikin ketin pey êrîşkaran. Hemî rê hatin girtin da ku êrîşkar nekarin ji bajêr derkevin. Êrîşkar ji hewa jî bi helîkopterê hatin teqîb kirin. Piştî demeke kurt êrîşkar hatin diyarkirin û li mewkiya Kepekliyê ya rêya Enqere-Konyayê di navbera polês û êrîşkaran de pevçûn derket. Ji êrîşkaran yek mir, yek jî weke birîndar hat girtin.
-Navên êrîşkaran hat diyarkirin
Li gorî agahiyan, ji êrîşkaran yê ku hat kuştin navê wî Muharrem Karataş e, yê giran birîndar bû jî Serdar polat e.
Hat diyarkirin ku Muharrem Karataş di nav faîlên ku bi çêkên lavê êrîşî navenda AK Partiyê û Wezareta Dadê kiribûn de jî bû.