Li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji ber êrîşên çekdarî yên PKKya rêxistina terorê bazara emlaqê ya herêmê zirareke mezin dît.
Serokê Komeleya Mûşavîr û Simsarên Emlaqê yên Diyarbekirê (DÎEM-DER) Mustafa Koç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber êrîşên terorê zirareke mezin gihîşt bazara emlaqê ya herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û wiha pê de çû: "Li bajarê me hejmara emlaqfroşan daket. Ji ber bûyeran hin kesan dikanên xwe girtin û hin kes jî ji herêmê çûn. Xwediyên malan ji ber tunebûna ewlehiyê xaniyê xwe difiroşin. Ji ber şer û pevçûnan tu muteahîd nikare rûhsatê derxe û înşaeteke nû ava bike. Yên ku derfetên wan hene jî naxwazin pereyê xwe bikin xanî. Berê rojê nêzî 40 daîre dihatin firotin lê niha di nav 10 rojî de 2 daîre tên firotin."
Bedîrhan Akyol ê ku mutehîdiyê dike jî destnîşan kir ku firotina daîreyan daket, di sê şantiyeyan de nêzî 600 xebatkarên wî hene û heke rewş wiha dewam bike wê mecbûr ji herêmê vekişin.
Emlaqfroş Sadik Taşkiran jî bûyerên ku di 6-8ê cotmehê qewimîn bi bîr xist û ragihand ku ji wê demê heta niha di bazara emlaqê de kirîn zêde tuneye û di meha dawîn de jî hema bêjin sekiniye.
- Batman
Emlaqfroş Îzettîn Kara jî bal kişand ser bihaya daîreyên li herêmê û got ku ji ber bûyeran bihaya daîreyan li gor berê ji sedî 60 daketiye.
Aytaç Sevîlmez ê ku li herêmê bi heman karî re eleqedare jî got: "Ji ber bûyeran wê li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê koç zêde bibin. Şêniyên herêmê û karmendên ki li van deran kar dikin dixwazin demildest daîreyên xwe bifiroşin û ji vê derê herin."
- Mêrdîn
Serokê Şaxa Mêrdînê ya MUSÎADê Nûrettîn Kasap diyar kir ku li Mêrdînê niha avahiyên ku hatine çêkirin heta 5 salan têr dikin û wiha dewam kir: "Bûyerên terorî yên ku di demên dawîn de li herêmê qewimîn bûn sedema qeyrana aboriyê jî. Li seranserê welêt pirsgirêka siyasî û aboriyê heye lê li herêma me ji bilî van herduyan pirsgirêka ewlehiyê jî derket."
Emlaqfiroş Şeyhmus Olgaç jî destnîşan kir ku karê wî niha qet tuneye û ev nêzî du mehe ku kar nekirine û ji ber vê jî hêvî dikin ku hizûr û ewlehî di demeke kurt de li çar aliyê welêt bi cih bibe.
- Sêrt
Haşîm Tetîk ê ku li bajêr xaniyan difiroşe jî got ku bûyerên li herêmê diqewimin zirareke pir cidî dide aboriya herêmê û wiha dewam kir: "Em niha nikarin pereyê çekên xwe bidin. Di bazarê de em perîşan bûn. Di vê heyamê de me tu tişt nefirot. Rewş pir xerab e. Li herêmê lazime ku hizûr û aramî di demeke kurt de pêk bê."
Emlaqfiroş Nurettîn Kebapçi jî ragihand ku beriya hilbijartinê û niha ferqeke pir mezin heye û ji ber bûyerên ku di demên dawîn de qewimîn bazara emlaqê pir zirar dît.