DİYARBAKIR
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Fermandariya Jendirman ya Diyarbekirê û tîmên Midûriyeta Ewlehiyê ya Diyerbekirê li Lîcê û Hezroyê dest bi operasyonê kir.
Operasyon der barê qadên berhênana madeya hişbirê de ye.
Hat ragihandin ku raya giştî dê ji hûrgiliyên opersyonê piştre bê agahkirin.
Hat zanîn personelên ku beşdarî operasyonan bûn, ji hezarî jortir bûn.
Di operasyonan de cihên ku kinf lê hatiye çandin hatin dîtin. Her wiha xebatên îmhayê jî dest pê kirine.