ANKARA
Wezîrê Dadê Kenan Îpek ragihand "Hin weşan dibêjin ku Abdullah Ocalan miriye. Tu eleqeya van nûçeyan bi rastiyê tuneye. Tê fêmkirin ku ev nûçe ji bo hin mebestên diyarde hatine çêkirin."
Îpek daxuyaniya nivîskî da û got ku di van rojên dawiyê de li ser hin malperên înternetê nûçeyên ku dibêjin mehkûm Abdullah Ocalan miriye tên weşandin û ev nûçe li ser medyaya sosyal tên parvekirin û dîtin.
Kenan Îpek wiha got: "Hin weşan dibêjin ku Abdullah Ocalan miriye. Tu eleqeya van nûçeyan bi rastiyê tuneye. Tê fêmkirin ku ev nûçe ji bo hin mebestên diyarde hatine çêkirin."