DİYARBAKIR
Hejmara leşkerên di êrîşa ser wesayitên leşkeriyê ya li Licê de mirin bû dudu. Tedawiya 4 leşkerên ku birîndar bibûn jî dewam dike.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê, terorîstan li ser rêya Taxa Kayacika ser Licêya navçeya Diyarbekirê agir pêxist. Li ser vê di saet 22.30an de, ekîbên cendirmeyê hatin cihê bûyerê. Terorîstan êrîşê tîma cendirmeyan a ku hat cihê bûyerê kir.
Di daxuyaniyê de cih dan van îfadeyan:
"Dema ku wesayita bizirx a cendermeyan ji cihê bûyerê derbas dibû, terorîstan wesayiteke bombe barkirî teqand. Di encama êrîşa bêbext de 2 wezîfedarên me şehîd ketin û 4 wezîfedarên me jî birîndar bûn."
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku li herêmê ji bo girtina faîlên bûyerê xebat dan destpêkirin.
Tedawiya 4 leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîclê dewam dike.