Elif Orhan
07 Mijdar 2019•Rojanekirin: 09 Mijdar 2019
Qendîla Mewlûdê ya ku rojbûna Hezretê Mihemedê pêxemberê dawî ye dê îro bê îdrakkirin.
Qendîla Mewlûdê ya ji ber ku Hezretê Mihemed teşrîfê dinyayê kir roja 12emîn a meha rebîûlewelê tê îdraqkirin yek ji roj û şevên giring ên alema îslamê da cî digire.
Mewlûd di ferhengê da tê wateya "cih û wexta jidayikbûnê" di çanda îslamê da jî bi taybetî ji bo rojbûna Mihemed pêxember, merasimên di vê çarçoveyê da tên kirin û berhemên hatine nivîsandin tê bikaranîn.
Midûriya Giştî ya xizmetên Dînî ya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê dê ji bo Qendîla Mewlûdê çalakiyên cuda li dar bixe.
Di bernameya taybet a li mizgeftên Eyup Siltan û Fatîha li Stenbolê, Kapuya li Konyayê, Mizgefta Mezin a Ispartayê û Mzigefta Nû ya li Elezîzê Qur'ana Pîroz û mewlûda şerîf dê bên xwendin û dia bên kirin.