Fırat Taşdemir
03 Îlon 2025•Rojanekirin: 03 Îlon 2025
Qendîla Mewlûdê ya ku rojbûna pêxemberê dawî Hezretî Mihemed e, wê îro were îdraqkirin.
Bi wesîleya hatina dinyayê ya Hezretî Mihemed, li gor salnameya hicrî Qendîla Mewlûdê roja 12emîn a meha rebîulewwelê tê îdraqkirin û ev qendîl di nava civakên Îslamê da çendîn esr in ku tê pîrozkirin.
Salvegera 1500emîn a jidayîkbûna Hezretî Mihemed wê îsal bi naveroka "Pêxemberê me û Exlaqê Malbatê" were îdraqkirin.
Serokatiya Kar û Barên Diyanetê di çarçoveya Hefteya Mewlûda Nebî da wê li nav welêt û derveyî welêt gelek çalakiyan li dar bixe.