Cinazeyê 11 karkerên ku di bobelata kana komirê ya li Somayê de can dan, li Savaştepeya navçeya Balikesîrê hatin veşartin. Nimêja cinazeyê karkeran jî Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez da kirin.
Cinazeyê Ayhan Avci, Sedat Toprak, Ahmet Avcû, Îsmaîl Şengul, Cengîz Çantal, Hayrî Turker, Emrah Çakir, Îsmaîl Gezer, Mustafa Çali, Emîn Mazi û Bîlal Malkoç ji Depoya Hewaya Sar hatin derxistin û birin malên wan. Piştî ku heqên li ser miriyan hatin helalkirin, cinazeyan anîn Qada Zaferê.
Di dema ku cinaze anîn qadê xebatkar di serî de malbat û kesên ku li qadê kom bûbûn xwe negirtin û giriyan.
- "Li hemû mizgeftan em ê ji bo birayên xwe dia bikin"
Di merasimê de beriya heq helalkirinê Gormez axivî û diyar kir ku tevgera van karkeran a ji bo rizqê helal, nîşan dide ku dest dirêjkirina mafên evdan çiqas tiştekî kirêt e û wiha dewam kir: "Agir ne tenê bi dilê xizmên xebatkaran, bi dilî me hemûyan ket. Dema ku ez dihatim vir Serokên Karên Diyaneta Azerbeycan, Kosova, Saraybosnayê li min geriyan û gotin ev êş û keser ketiye nav dilên me jî. Sibê, yanî roja înê li hemû mizgeftan em ê ji bo wan birayên xwe dia bikin. Xwedê sebrê bide xanim, malbat, zarok, dê, bav û xizmên van birayên me yên ku çûn ber rehma Xwedê."