Haydar Şahin
09 Hezîran 2020•Rojanekirin: 10 Hezîran 2020
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, ekîbên şaredariyê yên Îsraîlê hatin Sîlvana taxa Qudsa Rojhilat û mala Eyşe Hîcaziyê ya 6 sal berê hatibû avakirin bi makîneyan hilweşand.
Malbata Hîcazî ya xwediyê 8 zarokan a Îsraîlê bi hinceta "bêrûqetbûnê" mala wan hilweşand bi eşyayên ji malê derxistin va li kûçeyê man.
Hat diyarkirin ku meqamên Îsraîlê 6 meh berê ji malbatê ra "fermana hilweşandinê" şandiye lêbelê ji ber ku di destê malbatê da pere tunebûye nikaribûye parêzer bigire û serî mehkemeyê bixe.
- Bi destê Îsraîlê hilweşandinên li Qudsa Rojhilat
Meqamên Îsraîlê li Qudsa Rojhilat ji bo destûra çêkirina avahiyan astengan dide pêşiya welatiyên Filistînê û piraniya serîlêdanên wan red dike. Îsraîl bi hinceta bêrûsqetbûnê bi hezaran xaniyên Filistîniyan hildiweşîne.
Şaredarî jî pirî caran pereyê hilweşandinê jî ji malbatan distîne.