Dergistiyên filistînî yên ku di êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê de mala wan wêran bû, naxwazin ji xirabêyên xaniyê xwe dûr kevin.
Xaniyê ku dergistiyên filistînî di avahiya bi navê "Birca Serkeftinê" de kirê kiribû, ji ber êrîşan wêran bû. Dergistiyên hêvîşikestî di nav enqaza avahiyê de, li xeyalên xwe digerin.
Mihemed Ebû Asakîr digel dergistiya xwe Esma Hanîfeyê (23) ji bo piştî zewacê lê bijîn xaniyek kirêkiribû û bi eşya û xemlan mala xwe xemilandibû. Avahiya ku ji 13 qatan pêk dihat, di encama êrîşan de wêran bû û di destê dergistiyan de tenê wêneyên eşya û xaniyê wan man.
Dergistiyan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha gotin: "A niha em nizanin daîre, oda me ya razanê, mitbex û eşyayên me li ku derê ne. Bi hilweşîna avahiyê re hemû xewn û xeyalên me jî winda bûn."
Esma û Mihemed gotin ku dibe ku em qewlê zewaca xwe paşve biavêjin, lê em dev ji xeyalên xwe bernadin, "em ê her tiştî ji nû ve xeyal bikin."
Îsraîlê di 7 tîrmehê de ji hewa û behrê êrîş biribû ser Xezeya ku bi salan e kiriye bin ebloqeyê, her wiha di 17ê tîrmehê de jî dest bi êrîşên bejayê kiribû. Piştî êrîşan bi navbeynkariya Misrê, Îsraîlê di 26ê tebaxê de bi komên filistînî re agirbest îmze kiribû. Hatibû diyarkirin ku di êrîşên heta wê rojê de 578 jê zarok, 2 hezar û 147 kes mirin û zêdetirî 11 hezaran kes jî birîndar bûn.