05 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2015
HAKKARÎ
Li Hekariyê ji ber bûyerên terorê tevî deriyên sînor Esendere û Uzumlu, Balafirgeha Selahaddîn Eyyûbî jî xizmetê nadin. Vê jî li ser aboriya herêmê neyênî tesîr kir.
Li Hekariyê Deriyê Sînor ê Esendereyê yê li ser sînorê Tirkiye-Îranê û Deriyê Sînor ê Uzumluyê yê li ser sînorê Tirkiye-Iraqê yên ku hecma bazirganiya bajêr zêde dikin ji ber êrîşên rêxistina terorê PKKyê di tebaxê de ji bo demkî hatin girtin. Balafirgeha Selahaddîn Eyyûbî jî 35 roj piştî vekirinê ji bo demekê hat girtin. Ev jî bûn sedem ku bazirganiya bajêr hema hema raweste.
Bûyerên ku rû dan bûn sedem ku karsaz planên xwe yên veberhênanê vekişînin. Herwisa ev rûdan bi xwe re koça sermayeyê jî tînin.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hekariyê Servet Taş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku wan di pêvajoya çareseriyê de îxracateke cidî kir.
Taş bal kişand ku par di nava 14 bajarên li herêma Rojhilatê Anadoluyê de di warê îxracatê de ew yekemîn bûn û wiha xeberda, "Piştî tîrmehê ji ber pevçûnan Meletiyê yekemîntî ji me stend."
Taş destnîşan kir ku di warê îxracata bajêr de sektora madenê cihekî girîng digire û wiha dewam kir:
"Mezintirîn rezerva madena çînkoyê ya dinyayê li Hekariyê ye. Li Hekariyê rezervên cidî yên madenê hene. Me ev maden îxracê Îranê dikirin. Berê me dişand Çînê, lêbelê ji ber pirsgirêkên lojîstîk me berê xwe da Îranê. Li navçeya me ya Çelê li ser sînorê Iraqê deriyek (Uzumlu) vebû. Ev xeyala me ya 40-50 salan bû. Piştî ku deriyê sînor vebû hêviya me jî zêde bû. Meyê karsaz vexwendana bajêr û meyê kargehên mîkro vekirana. Lêbelê xeyala me ya 40-50 salan tenê 2,5 meh ajot. Mixabin pevçûnan dîsa dest pê kir û ev derfet ji destê me derketin."
Taş destnîşan kir ku ev 3 meh in îxracat sekiniye û ji ber vê jî li bajêr aborî li ber rawestînê ye.
- Esnaf û welatî mexdûr in
Yek ji rîspiyê bajêr Orhan Pîrozbeyoglu jî diyar kir ku girtina deriyên sînor û balafirgehê zirar da aboriya bajêr.
Pîrozbeyoglu bal kişand ku pirsgirêkên li ser aboriyê herwisa zirareke cidî dide esnaf û xelkê bajêr jî û wiha xeberda:
"Girtina deriyên sînor zirareke cidî da esnafên li bajêr. Ne tenê esnaf herwiha gelê bajêr bi xwe jî zirarê dibîne. Deriyê Sînor ê Uzumluyê piştî vebûnê û şûnde dîsa di nava demeke kin de hat girtin, me têra xwe jê sûd wernegirt. Daxwaza me ew e ku pêvajoya çareseriyê dîsa vegera ser halê xwe yê berê."
Serokê Şaxa Mazlûm-Derê Cengîz Şen jî qala pêvajoya çareseriyê kir û got ku xerabûna pêvajoyê bi kêrî tu kesî nayê û ev rewş zirareke mezin dide gel û esnafê Hekariyê.