DÛBAÎ
Alîkarê Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Çagatay Çûlcûoglû got: "Em ber bi armanca sala 100emîn a Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk ve baş dimeşin. Bi taybetî jî AA dema ku di 6ê nîsanê de dest bi weşana xwe ya fransî bike, Afrîka dê bibe xwediyê çavkaniyeke nûçeyan."
AA di çarçoveya armanca xwe ya sala 100emîn de mezin bû û pêşveçûna xwe didomîne. Di navbera AAyê û Intîgralê de peymana bi navê "Peymana Serwîsê ya Teknîkî" ku naveroka wê nûçeyên wek SMSê ne hat îmzekirin. Ji bilî vê jî bi erewnews.comê re jî ji bo nûçe, wêne û dîmenên AAyê yên bi erebî peyman hat îmzekirin.
Li Dûbaiyê piştî ku bi Intîgralê re peyman hat îmzekirin Çûlcûoglû daxuyanî da nûçegihanê AAyê, li ser girîngiya protokolên ku hatine kirin sekinî û wiha got: "Em ber bi armanca sala 100emîn a Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk ve baş dimeşin. Bi taybetî jî AA dema ku di 6ê nîsanê de dest bi weşana xwe ya fransî bike, Afrîka dê bibe xwediyê çavkaniyeke nûçeyan. Intîgral wek ku hûn jî zanin operatoreke têlefona destan e. Nûçeyên AAyê yên siyasî, spor û şahiyê jî wek SMS ji aboneyên xwe re dê bişîne. Em ê bi saya xebatên bi Intîgralê re li Rojhilata Navîn û Afrîkayê bigihêjin hezaran kesên ku bi zimanê fransî, îngilizî û tirkî xeber didin."
-"Ji ber ku em ê bi AAyê re bixebitin, em kêfxweş in."
CEOyê Intîgralê Ben Kînealy destnîşan kir, ji ber ku ewê bi AAyê re bixebitin pir kêfxweş in û wiha pê de çû: "AA bi hebûna xwe ya 94 salî ve xwediyê gelek tecrubeyan e. Li gor armanca saziya xwe em ê nûçeyên AAyê bi gelek kanalan ve bigihînin aboneyên xwe.
Peymana ku bi Intîgralê re hat kirin, dê ji 1ê nîsanê pê ve dest pê bike.