ANKARA
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Birêvebirinê yê AAyê Kemal Ozturk got: "Karkeran mafên xwe stendin, karsaz mafên xwe parast. Ango her du aliyan jî qezec kir. Me jî qezenc kir, karkerên me jî qezenc kirin. Mafên ku beriya vê peymanê hatibûn dayîn paşve nehatin stendin, berevajiyê vê, di vê peymana komî de maf ji ya berê zêdetir hatin dayîn."
Sendîqaya Medya Îşê ya girêdayî Hak-Îşê ji bo heyama yekemîn bi Anadolu Agencyê re Peymana Kar ya Komî bi merasimekê ve îmze kir.
Ozturk di merasimê de axivî û got ku ji ber ew sozê ku dane, bi cih tînin kêfxweş û serbilind in.
Ozturk bi bîr xist ku 18ê adarê salvegera Serkeftina Çankkaleyê ye û ji ber ku peymanîmzekirina kar a komî rastî îro hatiye, ew jî ji bo wan şerefeke mezin e.
-"Di ajansê de ji 40 qewmî zêdetir meriv dixebitin"
Ozturk bal kişand ku îro ji boşnakan bigre heta kurd, ereb, îngiliz, çerkez û tataran ji 40 qewmî însan li ajansê dixebitin û got ev jî dewlemendiyek e û di heman demê de rastiya Tirkiyeyê ye. Ozturk bi bîr xist ku heta 10 sal ewil jî bilêvkirina peyva kurd qedexe bû û diyar kir ku ji edîtoriyên AAyê yên gelekî baş dixebitin yek jî kurdî ye ku bi kurmancî û soranî weşanê dike.
- Ferhenga kurdî dê bê derxistin
Ozturk diyar kir dê di demeke nêz de ferhenga kurdî derxin û got ku çiqasî bûne sedema pêşveçûna zimanê tirkî, dê ewqasî jî bibin sedema pêşveçûna zimanê kurdî jî. Ji ber vê çendê jî ew kêfxweş û serbilind in.
- "Ev peyman dê 17 meh berê bihata kirin"
Ozturk destnîşan kir ku piştî damezrandina Medya-Îşê heke TGSê serî li dadgehê neda, peymana kar a komî dê 17 meh ewil bihata îmzekirin û wiha dewam kir: "Me wek karsaz xwest ku em 17 meh ewil miaşê xebatkarên xwe zêde bikin û peymana kar ya komî îmze bikin, lê mixabin me nekarî em bikir. Min di dawiyê de got ku ez bi tu awayî sendîqayê nas nakim û bi vî awayî min xwest ku ez yek û yek bi hevalên xwe re peymanê îmze bikim. Êdî ez aciz bûbûm. Di dinyayê de mînakeke wiha tuneye. Karsaz dixwaze peymana kar ya komî îmze bike, lê sendîqayeke din ji bo vê serî li dadgehê dide û dibe asteng."
- "Em di 2 salan de ketin nav 9 ajansên ewil"
Ozturk destnîşan kir ku çîroka AAyê dûr û dirêj e û wiha got: "Saziyeke ku hîç neketibû nav platformên navneteweyî, di nav 2 salan de bi xebatkarên xwe yên bawermend û îdeal ket nav 9 ajansên ewil."
Ozturk behsa projeya pergala ajansê ya hilbijartinê kir û got ku ev projeyeke gelekî mezin e û AAyê dê dîroka xwe de cara ewil encamên hilbijartinê li ser sandoqan hîn bibe û ragihîne gel. Ozturk got ku ev proje ji bo wan îmtihanek e û heke ku di vê îmtihana 30ê adarê de serkeftî bibin dê kêfxweş bibin.
Ozturk diyar kir ew ê encamên hilbijartinê bi erebî û îngilizî ragihînin dinyayê û ev jî ji bo wan îmtihaneke mezin e.
Ozturk destnîşan kir ku ew sendîqayeke wisa dixwazin ku vîzyonekê bi wan bide qezenckirin û wiha got: "Bila destekê bide me, em ê çima şer bikin? Vaye em ê îro li vê derê fikra ku dibêjin sendîqa û karsaz şer dikin têk bibin. Min 2 û sal nîv berê ev fikra xwe gotibû. Em ê peymanîmzekirina kar a komî bi pastekerkirinê bidin nîşan, em ê bi pastekerkirina li AAyê bidin nîşan. Em ê ji vir şûnde jî wiha bikin."
-"Nûçegihanî karekî zehmet e"
Ozturk bi bîr xist ku li der û dorê Tirkiyeyê şer didomin, par 63, di 2014an de jî 15 xebatkarên AAyê li gelek deverên dinyayê dema ku peywira xwe bi cih dianîn birîndar bûn û got: "Loma jî karê nûçegihaniyê karekî zehmet e. Ez hêvî dikim ku ev peymana kar a komî bibe nesîbê nûçegihanên saziyên din jî."
Ozturk got ku Tirkiye li dewreke zor û zehmet e û wiha pê de çû: "Meriv bi nûçeyan ewle nabe, di medyaya sosyal de gelek nûçeyên dûr û derew tên weşandin. Di van nûçeyan de derewên mezên tên kirin. Ev nûçe tahrîq dikin. Em rastî nûçeyên wiha tên. Ez ji her kesî lava dikim ku bila li nûçeyên AAyê binihêrin ku li Tirkiyeyê saziya herî ewle AA ye. Dema hilbijartinê de jî nûçe, wêne û vîdeoyên AAyê bişopînin. AA çavkaniya ewletir e."