Anadolu Agency (AA) ji bo di nav ajansên herî baş ên dinyayê de cih bigre xebatên xwe bê navber didomîne. Di çarçoveya vê armancê de AA him peymanên ku berê bi ajansên din re kiribû nû dike û him jî ji bo çêkirina peymanên nû dixebite.
Hevkariya ku AA bi ajansên navneteweyî re dike her ku diçê zêde dibe. Li bajarê St. Petersbûrg a Rusyayê, di 21-22ê yê çiriya paşîn de 4emîn Konseya Hevkariya Pyebilind a Tirkiye-Rûsyayê tê lidarxistin. Li vê derê di navbera AAyê û Îtar-Tass û Rîa-Novostî ya ajansên dewleta Rûsyayê de ji bo hevkariyê dê peyman bê çêkirin. Bi van peymanan armanc ew e ku her sê ajans hevkariya xwe pêş ve bibin.
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî Kemal Ozturk dê li ser navê AAyê peymanê bi van ajansan re çêbike.
Ozturk serê ve heftê li Rîyad a paytexta Erebistana Siûdî bi serokê Ajansa SPAyê Ebdullah bîn Fehd el-Huseyin re peymana nûçeyan çêkir.
Ji bilî vê bi KYODOya ajansa Japonyayê re jî di nav vê hefteyê de peymana hevkariyê hat çêkirin.