Ahmet Aydın
12 Adar 2019•Rojanekirin: 13 Adar 2019
Vekirina fermî ya Ofîsa Ajansa Anadoluyê (AA) ya li Îslamabadê bi beşdariya Wezîrê Enformasyon û Weşangeriyê yê Pakistanê Fewad Çaudrî, Balyozê Tirkiyeyê yê li Îslamabadê Mustafa Yurdakul, Nûnerê Qibrisa Bakur a Tirkî yê li Îslamabadê Mehmet Davulcu, Alîkarê Rêveberê Giştî yê AAyê û Gerînendeyê Weşana Giştî Metîn Mutanoglu, Alîkarê Rêveberê Giştî yê AAyê Mustafa Ozkaya digel hejmarek gelek ji rojnamevanên xwemalî û biyanî, hat lidarxistin.

Wezîr Çaudrî di merasîma vekirina Ofîsa AAyê ya li Îslamabadê de gotarek pêşkêş kir û anî ziman ku têkiliya dostane ya di navbera Pakistan û Tirkiyeyê de gelekî qedîm e.
Çaudrî destnîşan kir ku di pêvajoya girjiya di navbera Hîndistan û Pakistanê de Tirkiyeyê bi eşkereyî piştevaniya Pakistanê kir û got, "Di Cenga Rizgariyê de Mislumanên Parzemîna Binî piştevaniya gelê Tirk kiribû. Têkiliyên me yên ku hê hingî dest pê kirin, ne li gorî konjektora siyasî ne jî li gorî kesan şikil girt. Têkiliya me bi awayekî qelbî ye."
Wezîr Çaudrî anî ziman ku vebûna ofîsa AAyê li Pakistanê geşedaneke giring e û wiha got, "Di demên nêzîk de hinek ajansên din ên navneteweyî li Pakistanê ofîs vekirin. Em bangawazî li saziyên navneteweyî û şirketên Tirkî dikin ku bêne Pakistanê."

Balyoz Yurdakul jî di axaftina xwe de got ku dê AA ezmûngeriya xwe ya di warê nûçegeriyê de li Pakistanê belav bike."
- "Bi ezmûngeriya xwe ya 99 salî em bi hezaran nûçeyî pêşkêşî aboneyên xwe dikin"
Alîkarê Rêveberê Giştî yê AAyê derbarê merasîmê de nirxandin kirin û got, "Bi ezmûngeriya xwe ya 99 salî em ji bo aboneyên xwe yên li seranserê cîhanê weke çavkaniyeke ewle, bi hezaran nûçe, fotograf, vîdeo û înfografîkan pêşkêş dikin."
Ozkaya herwiha anî ziman ku Pakistan bi nufûsa xwe ya ji 200 milyonî zêdetir û bi lokasyona xwe ya li Asyayê ji bo AAyê welatekî gelek giring e û got, "AA dê bi nûçeyên xwe têkiliya di navbera herdu welatan de zêde bike."

Piştî axaftina Çaudrî, Ozkaya, Mutanoglu û beşdarên din qurdêleya vekirinê birîn.
Di merasîmê de vîdeoyeke kurt ku danasîna AAyê û xizmetên wê dikir hat nîşandan û weşanên AAyê hatin nasandin.