12 Adar 2019•Rojanekirin: 16 Adar 2019
Ajansa Anadoluyê (AA) şaredariyên ku îradeya gel teslîmî terorîstan kiribûn, lê piştî ku Wezareta Karên Navxweyî qeyyûm li van şaredariyan wezîfedar kir û wan jî li herêmê gelek xizmet kirin wek pirtûk amade kir.
Wezareta Karên Navxweyî piştî tespît kiribû ku 93 şaredarî alîkariya madî didin PKKya rêxistina terorê li van şaredariyan qeyûm wezîfedar kiribû. Şaredarên nû piştî dest bi kar kirin rê, mizgeft, dibistan, park û avahiyên kamuyên yên ji ber terorê zirar ditîbûn nû kirin. Ajansa Anadoluyê xebatên 93 şaredariyan bi navê "Bajarên Biaram" wek pirtûk weşand.


Di pirtûkê da wêne û agahî bi hev ra hatin dayîn.
Li gor agahiya di pirtûkê da cih digre deynê van şaredariyan qismeke mezin hatiye dayîn, hezar û 908 projeyên ku bihayê wan bi milyaran e jî hatine kirin.
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya Ajansa Anadoluyê Şenol Kazanci pêşgotina pirtûkê nivîsî.
Kazanci got di sala 2015an da PKKya rêxistina terorê li giştiyê welêt êrîşên tundiyê zêdetir kir, şaredariyên Partiyên Herêmên Demokratîk jî qaşo "rêvebiriya xweser" îlan kirin, li ser vê têkoşîna dijî terorê jî bi awayekî xurt dest pê kir.
Kazanci anî ziman Wezareta Karên Navxweyî di 1ê Îlona 2016an da di Rojnameya Fermî da biryarnameyak weşand û li 93 şaredariyên ku îradeya gel teslîmî terorîstan kiribûn qeyûm wezîfedar kir.

Kazanci got qeyûmên hatin wezîfedar kirin ji bo menfaeta gel gelek xizmet kirin, rê li ber alikariya terorê girtin.
Kazanci destnîşan kir ku di vê pirtûkê da behsa xebatên qeyûman ên civakî, çandî û aborî tê kirin û spasiya kesên ku keda wan di vê pirtûkê da heye kir.
- Weşanên AAyê
"Nûçegihan", "Ji Esman Tirkiye", "Afrîkaya Pêşva Diçe", "Stratejiya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê" di serî da hemû weşanên AAyê di pirtûkfiroşan da û li ser malperên înternetê yên pirtûkan difroşin da hatine pêşkeşkirin.
Agahiyên der barê weşanên AAyê da li ser navnîşana "https://www.aa.com.tr/tr/p/aa-yayinlari" hene.