Ji ber sûcê muxalefetê Qanûna Berhemên Hunerê û Ramanê salek cezaya hepsê dan birêvebirên du malperên ku bêyî çavkanî nîşan bidin, nûçeyên Anadolu Agencyê (AA) bi kar tînin.
Li ser giliyê AAyê 3yemîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Erzûrûmê di doza ku xwedî û birêvebirê weşana giştî yê malpera "www.dadastv.com"ê S.Ş jê tê darizandin de biryar hat dayîn.
Dozgerê Komarê Can Bayir di nêrîna xwe ya der barê esasê de got gihiştin wê qeneatê ku bersûc Ş. bêyî ku destûrê bistîne nûçeyên AAyê diweşîne û xwestin ku bersûc ji wê sûcê bê darizandin.
Dadger Mahmût Arslan biryar da ku ji ber sûca navborî salek cezaya hepsê bidin bersûc û cezayê daxist 10 mehan.
Arslan ji ber ku di dîroka sucê de sebiqeya bersûc tune di cezaya hepsê ya ku hat dayîn de eşkerekirina hikmê paş ve xist.
Her wiha di dozeke din de jî Dozgerê Komarê Bayir got gihiştin wê qeneatê ku kordînatorê malpera "www.gazeteguncel.com"ê R.K jî hin nûçeyan bê destûra AAyê diweşîne û xwest ku ji ber sûcê navborî bê cezakirin.
Dadger Arslan biryar da kuji ber sûca navborî salek cezaya hepsê bidin R.K û dîsa ceza daxist 10 mehan.